Meclisên leşkerî yên kantona Dêrazorê ji nû ve hatin sazkirin û fermandarên nû hatin hilbijartin.
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li kantona Dêrazorê rêzecivîn li dar xistin.
Di civînan de rewşa ewlehî û leşkerî ya kantonê hatin nîqaşkirin. Piştre meclisên leşkerî yên kantonê ji nû ve hatin sazkirin û fermandarên nû hatin hilbijartin.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê li ser mijarê nûçeyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Di nûçeyê de hate gotin, Fermandariya Giştî ya QSDˈê bi fermandarên meclisên leşkerî yên Dêrazorê re civiyan. Hate diyarkirin ku Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî, endamên fermandariya giştî ya QSDˈê Rohilat Efrîn û Luqman Xelîl, tevî endamên fermandariyê yên meclisên leşkerî yên kantona Dêrazorê beşdarî civînan bibûn.
Di nûçeyê de destnîşankirin ku Ayîd El Tirkî El Xubeyîl (Ebû Elî Fûlaz) wekî fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hat hilbijartin û hejmarek endamên fermandariya giştî ya meclisê hate hilbijartin.
Her wiha hate gotin, Tirkî Darî û Fîras Dawud wekî fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kisra û Ebdulkerîm El Fendî û Macid El Sendî wekî fermandarên Meclisa Leşkerî ya Siwerê hatin hilbijartin.
Îbrahîm Casim El Asî û Îzedîn Ehmed Etallah jî wekî fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecîn jî hatin hilbijartin.
Li gorî nûçeyê Mûsa Selah û Wedah El Muşrif jî bûn fermandarên nû yên Meclisa Leşkerî ya Bisêrayê.



