Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navnedî ragihand ku li her 7 kantonan 30 hezar fatoreyên genim dane cotkaran.
Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayîna fatoriyên genim ên cotkaran bi dawî kir.
Rêveberê Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navnedî Beraa El Wasil براء الواصل diyar kir ku li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 hezar fatoriyên kirina genim dane cotkaran.
Her wiha bi rêya bernameyên medyaya dijîtal pêşwaziya giliyên cotkaran ên têkildarî dayîna fatoriyan tên kirin.
Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî bi beşên xwe yên li her 7 Kantonan 14ˈê Tîrmehê dest bi dayîna fatoriyên genim ên cotkaran kiribû.
Hêjayî bibîrxistinê ku Rêveberiya Xweser bihayê kîloyeke genim bi 31 sentan diyar kiribû.



