Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên Efrînî ji bajarê Ezazê yê dagirkirî revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye daxuyand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya 2 rojan Rêzan Yûsif 43 û Mihemed Yûsif 45 ku ji xelkê bajarê Cindirêsê yê Efrînê ne, revandin.
Her du pismam, dema ji Helebê vedigeriyan bajarê Ezazê yê dagirkirî hatin revandin.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyan ew welatî ber bi cihekî nediyar ve birine.



