Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê yên hilbijatinên parlementoya herêma başûrê Kurdistanê eşkerê kir.
Di civîna çapemeniyê ya ku li Bexdayê hate lidarxisitin, Endamê Komîsyona Hilbijartinê Deham Ehmed encamên hilbijartinê xwend.
Komîsyonê diyar kir ku hezar û 434 navend û 7 hezar û 70 cihên dengdanê li herêmê hatibû bicihkirin.
Li gorî wê hejmara dengdêran gihişt 2 milyon û 899 hezar û 876 kesî.
Li gor agahiyên ku komîsyonê eşkera kirine, hejmara dengdêran li her çar parêzgehên Herêmê wiha ne:
Li Hewlêrê, rêjeya tevlîbûnê ji sedî 74,53 bû, li Silêmaniyê jî ji sedî 65, 81’e.
Li Dihokê jî rêjeya tevlîbûnê ji sedî 78,14 ji sedî 69,11’ye rêjeya tevlîbûnê ya li Helebce yê.
Komîsyonê encamên dengên partiyan yên di hilbijartina taybet û giştî de jî wiha eşker kir:
PDK: 809 hezar û 197 , YNK: 408 hezar û 141 ,Tevgera Nifşê Nû: 290 hezar û 991 û Tevgera Goran jî : 11 hezar û 621 deng in.
Heta amadekirina vê nûçê jî civîna çapemeniyê didomiya.



