Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan diyar kir ku di her dû rojên hilbijartinên parlamentoya başûrê Kurdistanê de 30 binpêkirin li dijî dezgehên ragihandinê pêk hatin.
Têkildarî mijarê navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamevanan û dizgehên ragihandinê raporek parvekir.
Di rapora navendê de wiha hate gotin:
“Di her du rojên dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên başûrê Kurdistanê de 30 gilî hatin kirin.
25 ji wan rêgirtin li ber rojnamevan û dizgehên ragihandinê, 2 êrişên li ser tîmên ragihandinê û 3 êrişên elektronîk bûn.”
Navendê destnîşan kir ku piraniya binpêkirinan di dengdana taybet de rû da, lê ev nebû sedema rêgirtina li ber şopandina hilbijartinan.
Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê di 18’ê cotmehê de dengdayin hate kirin.



