Werza Zivistanê hat û helbete ji bo pêşwazîkirinê jî her kes di nava amadekariyan de ye.
Nexasim koçberên ku li kampan dimînin, rewşa wan zehmete û xebatekî zêde ji bo wan tê xwestin.
Ji bo zêdetir amadekariyên koçberan nas bikin, Hevalên me yên li şehba, berê xwe dan kampa Serdem û hazirtiyên wan ji bo vê werzê şopandin.
gor wê Şaredariya kampa serdem, ji bo koçberan dest bi amadekariyan kiriye.
Bi hatina werza zivistanê re, li kampên kantona Efrîn û şehbayê amedekarî tên kirin.
Koçberên ku 7 sale ji warê xwe dûr ketine, li malên nîv-xerabûyî û di nava 5 kampên li kantonê de bi cih-bûne.
Şaredariya kampa serdem jî, ji bo koçberan dest bi amedekariyan kirine.
Ji destpêka salê ve ji bo sererastkirina riyên nava kampê û kanalezeyonê xebat hat kirin.
Îro jî, ji bo çadrên ku pêwîstan wan bı çeksazkirinê heye, Madeya Çementon li koçberan hate belavkirin.
Hevseroka şaredarıya Kampa Serdem Eyşa Qebelan ji kenala me Ronahî Tv re behsa alîkariyên ku pêşkêşî koçberan kirine kir:
Di nava kampa Serdem de, zêdetırî hezar çadir hatine vedan û di wan de zêdetırî 900 malbat bi cih bûne.
Lı seraserî kampê wê alîkarıyên pêwîst werin belavkirin, lê ji ber rewşa dorpêçê yê lı ser kantonê gelek zehmetî derdikevın holê.
Hevserokê komîna kampê Mihemd Xilo behsa xebatên belavkirina Çîmento li ser koçberan kır:
Koçberên Efrînê jî, ji bo vegerek bi rûmet, tevî hemû zehmetî û astengiyên werzên salê jî li berxwe didin.



