Xelkê Kantona Reqayê bi mersîmekî cenazeyê şervanê QSD’ê Adem Reqa li goristan şehîdan spartin axê.
Li Kantonên Cizîr û Dêrazorê jî, ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan civîn hatin li darxistin.
Di merasîman de, hate diyarkirin ku şehîd Bêrîtan ji tevahî jinên têkoşer ên li azadiyê digerin re bû minare.
Şêniyên Kantona Reqayê bi merasîmekî cenazeyê Şervanê QSD’ê Adem Reqa li goristana şehîdan oxirkirin.
Şehîd Adem 12’ê Cotmeha 2024’an li Minbicê şehîd bûbû.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malabata şehîd Adem re xwestyin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Paşê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Li kantonên Cizîr û Dêra Zorê şehîd Bêrîtan hate bibîranîn
Li aliyê din, ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan li bajarên kantonên Cizîr û Dêrazorê civîn hatin lidarxistin.
Kongra Star li bajarê Girkê Legê bi civînekê şehîd Bêrîtan bi bîranî.
Beta bide
Di civînê de berxwedana şehîdan Bêrîtan ya li hember xayîn û dagirkeran hat vegotin.
Li bajarê Çilaxa jî bi heman boneyê civîn hat lidarxistin û hat gotin:
“Şehîd Bêrîtan ji tevahî jinên têkoşer ên li azadiyê digerin re, bû minare.”
Şênî, endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên bajarê Til Hemîsê ji bo merasîma bîranînê li hev kom bûn.
Li vir jî ev tişt hat ziman:
“Bi saya têkoşîna şehîdên mîna Bêrîtan, jin îro azad in.
Em soz didin ku li ser şopa wê têkoşînê bidomînin.”
Têkoşer Bêrîtan li bajarê Hecînê jî hate bibîranîn.
Xelkên Hecînê diyar kirin ku şehadeta Bêrîtan ji bo hêza jinan ku dikarin bi vîna xwe serkeftinê bi dest bixin, peyam e.
Li Qamişlo û Helebê helbestvan cegerxwîn hat bibîranîn
Her wekî, îro 40 sal di ser koçkirina helbestvan Cegerxwîn re derbas dibe.
Bi vê boneyê xelkên bajarê Qamişlo û Helebê ji bo bîranîna helbestvan Cegerxwîn panel li dar xistin.
ji ya herdûû bajaran bata bide



