Pêşengaha Pirtûkan ya Şehîd Herekol a 8’mîn îro di roja xwe a dawî de bi şahiyekê bi dawî dibe.
Van kêliyan çapxane û saziyên ku beşdarî pêşingehê bûnê tên xelat kirin.
Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol a 8’mîn, di roja 8’an û dawî de bi serdana hezkiriyên pirtûkan dewam kir.
Îsal 54 çapxane û sazî tevlî pêşangehê bûn.
Gelek rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, akademîsyen û xwendekarên zanîngehan serdana pêşangehê kirin.
Di Pêşangeha Şehîd Herekol de, parêznameyên Rêber Apo ên bi zimanên erebî, kurdî û tirkî hatin belavkirin.
Her wiha têkildarî wêje, dîroka wêjeya kurdî, rewşa pêşangehê, nêrîn û asoyên siberojê, semîner û panel hatin lidarxistin.
Hem-wextî vê di hemû rojên derbas bûyî de, çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.
Van kêliyan çapxane û saziyên beşdarî pêşengehê bûne tên xelat kirin
Profesora zanistên civakî û şêwirmenda Zanîngeha Kolombiya-Amerîkayê Bonnie Miller jî tevlî semînerekê bû.
Bonnie lidarxistina pêşangehê, tecrubeya Rêveberiya Xweser û pergala wê ya perwerdeyê bi erênî nirxand û serkeftinên mezintir hêvî kir.
Van kêliyan çapxane û saziyên beşdarî pêşengehê bûne bi şahiyekê tên xelat kirin.
Li bajarê Qamişlo 8. Pêşingeha pirtûkan a şehîd Herekol destpê kir



