Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerilayên ku di encama Koployê de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji tavahî gelê kurdistanê re xwest û got:
“Tevî ku em xemgîn in hevrêyên me yên hêja di encama komployeke de şehîd bûn jî, tola wan hatiye rakirin û xwîna wan li erdê nemaye.
Em soz didin ku em ê her tim hevrê Rodî û her du hevrêyên bi navê Çiyager di şer û jiyanê de mînak bigirin û bîranînên wan bidin jiyîn.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerilayên ku di encama Koployê de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji bo şehadeta gerilayan ev agahî parvekirin.
HPG: 3 hevrêyê me di encam komployê de li Amedê şehîd bûn
“Hevrêyên me Rodî Baz, Çiyager Batman û Çiyager Pasûr 13’ê Sibata 2020’an li eyaleta Amedê di pêvajoya hêwirîna zivistan de di encama komployeke şehîd bûn.”
Hevrê Rodî û her du hevrêyên Çiyager zarokên leheng ên bi hişmendiya kûr a têkoşînê û hestên bilind ên welatparêziyê yên gelê me yê Amed û Êlihê mezin bûn.
Hevrêyên me yên ku bi hest û hizrên herî paqij mezin bûne, li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê me bê bertek neman, êşên gelê me di dilê xwe de hîs kirin û bi evîneke mezin tevlî têkoşîna azadiyê bûn.
Hevrêyên me yên ku tevlî şerê germ ê li çiyayên Bakurê Kurdistanê bûn, bi îradeyeke mezin di şert û mercên herî zehmet û bêderfetiyan de têkoşiyan.
Di ruhê fedayî ya Apoyî de kûr bûn, xwe di gerîlatiyê de xwe tekûz kirin û bêyî dudilî şer kirin.
HPG: Me tola hevrêyên xwe ku bi koployê şehîd bûn rakirin
Hevrêyên me yên milîtanên Apoyî yên bijarte û ji hev du hêjatir, şoreşgerên bibiryar bûn ku ji bo siberoja azad a gelê me wad didan.
Tevî ku em xemgîn in hevrêyên me yên hêja di encama komployeke de şehîd bûn jî, tola wan hatiye rakirin û xwîna wan li erdê nemaye.
Em soz didin ku em ê her tim hevrê Rodî û her du hevrêyên bi navê Çiyager di şer û jiyanê de mînak bigirin û bîranînên wan bidin jiyîn.
Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rodî Baz
Nav paşnav: Jiyan Gulten
Navê dayikê: Şayle
Navê bav: Salîh
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Sibata 2020’an/Amed

Nasnav: Çiyager Batman
Nav û paşnav: Muhammed Şirîn Demîr
Navê dayikê: Suheyla
Navê bav: Baha
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Sibata 2020’an/Amed

Nasnav: Çiyager Pasûr Amed
Nav û paşnav: Mesut Yildirim
Navê dayikê: Menfiye
Navê bav: Feyzî
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Sibata 2020’an/Amed



