Îngilîstan wê 2,94 milyar dolar bide Ukraynayê.
Di nûçeyeke Reutersê de, Wezîrê Parastina Îngîlîstanê John Healey nivîsiye ku ew pereyê ku welatê wî hatiye dayîn tenê ji bo pêwîstiyên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê were bikaranîn.
Li aliyê din lîderê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy jî diyar kir ku Ukrayna naxwaze mafê xwe yê hêza nukleerî ji nû ve bi dest bixe, lê divê li berdêla sîwaneke ewlehiyê bigire.
Îngilîstan di çarçoveya krediya ku dê ji welatên G7 werbigire dê 2,94 milyar dolar bide Ukraynayê.
Ev kredî wê bi karanîna qezencên ji samanên rûsî yên cemidî ve were vegerandin.
Ev pere wê tenê ji bo kirîna çekan ji bo Hêzên Çekdar ên Ukraynayê were bikaranîn.
Li gor nûçeya Reutersê, Wezîrê Parastina Îngîlîstanê John Healey (CON HÎLÎ)nivîsiye ku ew pereyê ku welatê wî hatiye dayîn tenê ji bo pêwîstiyên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê were bikaranîn.
John Healy li ser mijarê wiha got:
“Ew bi awayekî aktîf bikaranîna dronên dûrdirêj pêşdixin.
Ew ê bi me re li ser çawaniya bikaranîna van pereyan û çekên ku herî zêde pêdiviya wan bi wan re heye bixebitin.”
Healy her wiha got:
“Em dikarin bi karanîna pereyên ji sermayeyên Rûsyayê ve di veguherandina şer de bibin alîkar.”
Ev fînansekirina awarte wê rasterast piştgirî bide parastina Ukrayna bi karanîna dahatên ji samanên ku alîkariya gurkirina êrişa Pûtîn dike.”
Ev dê bibe cara yekem ku Brîtanya malên rûsî yên cemidkirî ji bo fînansekirina Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bikar tîne.
Zelenskiy: Ukrayna naxwaze bibe xwediyê çekên nukleerî
Li aliyê din lîderê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy jî diyar kir ku Ukrayna naxwaze mafê xwe yê hêza nukleerî ji nû ve bi dest bixe, lê divê li berdêla sîwaneke ewlehiyê bigire û wiha got:
“Min got, ‘Em ne xwediyê çekên nukleerî ne, heta ku şer neqede nikarin bibin endamê NATO’yê.
Ji ber vê yekê hewcedariya me bi pakêtek heye ku Pûtîn rawestîne û potansiyela wî ya leşkerî kêm bike.”
Li gorî Zelenskiy, dema Ukraynayê di sala 1996’an de hemû çekên xwe yên nukleerî berda, di berdêla wê de diviyabû bibûya endamê NATO’yê.



