Roj bi roj hejmara kesên ku ji Lubnanê tên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.
Şaneya Krîzê ragihand ku 55 kesên din ji Lubnanê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî kar û barên mexdûrên ji Lubnanê hatine, daneyeke nû aşkera kir.
Şaneya Krîzê da zanîn ku 55 kesên din ji Lubnanê hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Bi vê daneyê re hejmara kesên ji Lubnanê hatine, gihaştiye 20 hezar û 51’an.
Mexdûrên ku têne herêmê, yan li malên xwe, yan jî li cem xizmên xwe bi cih dibin.
Yên ku cihekî wan tune be jî, Rêveberiya Xweser navendan ji wan re dabîn dike.
Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe bi koçberan re dibe alîkar.



