Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di çarçoveya serdana bakurê Kurdistanê de, li Amedê ye.
Ozel, li wir bal kişande li ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd ku bi rojan e li raya giştî dewam dikin.
Serokê giştî yê CHP’ê anî ziman, heta ku kurd nebêjin ‘pirsgirêka min nema’ ev pirsgirêk heye û divê wer çareserkirin.
Ji parêzerên Rêber Apo Raziye Ozturk jî destnîşankir ku divê gavên berbiçav bên avêtin û ev bang kir:
“Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û mafê tenduristî, ewlehî û azadiyê bê avakirin.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê CHP’ê Ozgur Ozel di çarçoveya serdana bakurê Kurdistanê de li Amedê ye.
Ozgur Ozel, di serî de bi nûnerên 24 rêxistinên civaka sivîl ên jinan re civiya.
Li wir, Ozel hevdîtina xwe ya bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş re bi bîr xist û got, mijara wan a ewil tundiya li dijî jinan bû.
Ozel diyar kir ku ji bo çareserkirina aştiya civakî, divê ewil pirsgirêka tundiya li dijî jinan were çareserkirin.
Ozgur Ozel: Heta ku Kurd nebêjin ‘Pirsgirêka min nema’ ev pirsgirêk heye
Ozel bal kişande li ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd ku bi rojan e li raya giştî dewam dikin.
Bi destpêkirina nîqaşan re navê Kurd û Kurdistanê ku heta doh jî dihata înkarkirin, bûye rojeva sereke a Tirkiyê.
Serokê giştî yê CHP’ê anî ziman pirsgirêka kud heye û destnîşan kir ku tenê kurd dikarin biryarê bidin bê ka pirsgirêka kurd heye yan na.
Li ser vê bingehê Ozel daxuyakirin dewlet nikare biryarê bide û wiha got:
Heta ku kurd nebêjin ‘pirsgirêka min nema’ ev pirsgirêk heye û divê wer çareserkirin.
Ji bo wê, çi ji destê me were em ê bibin alîkar.



