Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal daxuyaniya Bahçelî û nîqaşên “Pêvajoya nû” yên di rojevê de nirxandin.
Remzî Kartal destnîşan kir ku dibe li pişt van daxuyaniyan planeke bixeter” hebe û got:”Heta ku rasterast bi Serok Apo re hevdîtin neyê kirin, qiymeta gotinên yek-alî nîne.”Her wiha Kartal hişyarî da ku li hemberî van daxuyaniyan divê kes sist nebe.
Nîqaşên “pêvajoya nû” yên têkildarî çareseriya pirsgireka kurd li Tirkiyê bûye rojevekî sereke.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna xwe ya duh de tecrîda li ser Rêber Apo qebûl kir û banga “Bila were li Meclisê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive” kir.
Bahçelî ji bo pêkanîna “mafê hêviyê” yê ji bo Rêber Apo jî “tasfiyekirina rêxistinê” weke şert pêşkeş kir.
Li ser daxuyaniyên Bahçelîm Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî got:
“Ez teklîfî kurdan dikim ku bibin xwediyê dewleta Komara Tirkiyê.”
Her wiha Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan jî peyama,
“Em hêvî dikin ku firsenda dîrokî ya ji aliyê Tifaqa Cûmhûr ve hatiye pêşkeşkirin qurbanî hesabên şexsî neyên kirin”, da.
Hevserokê KONGREA-GEL Remzî Kartal geşedan nirxandin
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ev geşedan nirxandin û bi bîr xist ku di mijara çareseriyê de Rêber Apo her serdemê amade ye ku rolê bigire.
Lê belê têkildarî banga Bahçelî ya “Rêxistinê tasfiye” Kartal weke “bangeke ne cidî” penase kir û got:
“Bangeke bi vî rengî ya li Rêber Apo ku di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, gelên Tirkiyeyê bi awayekî azad û wekhev bijîn, têdikoşe tu cidiyeta xwe nîne.”
Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
Kartal destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê di nava krîzeke leşkerî, aborî û siyasî de.
Lewra lêgerînên xelasbûna ji vê tengaviyê hene, lê ev lêgerîn bi kemîn, hîle û lîstikan nabin.
Ev lêgerîn bi awayekî aşkere û diyaloga du alî dibin.
Kartal diyar kir ku daxuyanî yek-alî ne û wiha got:
“Ev desthilata ku li dijî gelê kurd şer di asta qirkirinê de bi rêve dibe, van daxuyaniyan dide. Lê piştî 3 rojan 43’emîn meha tecrîda li Îmraliyê dê temam bibe. Heta ku rasterast bi Rêber Apo re hevdîtinek neyê kirin, dengê wî neyê bihîstin, tu qîmeta gotinên yek alî nîne.
Remzî Kartal: Heta ku dengê Rêber Apo neyê bihîstin tu qiymeta gotinan nîne
Li ser vê bingehê Kartal got:
“Eger rastî jî lêgerîneke bi bingeha diyalogê hebe, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.
Lewra Hevseroka Kongra Gel Remzî Kartal, bi lêv kir ku dibe ku li pişt van axaftinan “planeke bixeter hebe” û ev bang kir:
“Divê gelê me hişyar be. Divê ji bo azadiya Rêber Apo û rakirina tecrîdê li ser piyan be. Divê herkes di vê mijarê de dil-nerihet û pozîsyoneke amade de be, divê kes sist nebe.



