Îro salek timam dibe ku Rojnamevan Silêman Ehmed di girtîgeha PDK’ê de tê ragirtin.Silêman Ehmed par weke van çaxan li ber deriyê sînor ji aliyê pêşmergeyan ve hat girtin.PDK’ê 29’ê Tîrmeha borî 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.
Parêzerê Silêman Ehmed jî her carê diyar dikin ku tu delîl li ser wî tune ye.
Edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’an ji bo serdana malbatê çûbû taxa Şêxmeqsûd a Helebê.
25’ê Cotmeha 2023’an jî dema Silêman Ehmed xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî 7 mehan parêzeran karîn hevdîtinê pêre bikin.
3’ê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê a Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kir.
Lê dadgehê bi hinceta dadwer ne-amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir.
29’ê Tîrmehê jî, Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.
Ev saleke Rojnamevan Silêman Ehmed di girtîgeha PDK’ê de girtî ye.
Herî dawî parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed îtîraz li biryarê kir û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temyîzê kir da ku biryara dawî bide.
Narîman Ehmed got:
“Li dijî Silêman, delîl tune ye, lê dîsa jî 3 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Divê fişarê li dadgeha Temyîzê bê kirin ji bo ku biryara dadgeha Dihokê betal bike, ev çawisandin raweste û ji dadgehê re rûmet vegere.



