Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyaniyek da.
KCK’ê got: “Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe ve wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe tevbigere”
Lê tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Divê destpêkê tecrîd bê rakirin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hevdîtina 23’yê Cotmehê roja Çarşemê ya bi Rêber Apo re pêk hat daxuyaniyeke nivîskî da.
KCK’ê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re ew û gelê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin kêfxwaş kiriye.
KCK: Divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebatê yên Rêber Apo bên avakirin
KCK’ê di dewamî de balkişand ser gotinên Rêber Apo ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk û got:
“Divê ev helwest ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin. Yên ku ji bo aştiyê helwest nîşan didin divê nêzîkatiya pêwîst nîşanî vê helwesta Rêber Apo bidin.
Ji bo vê jî beriya her tiştî şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebatê bên avakirin.
Di vê çarçoveyê de em hevdîtinê erênî dibînin. Lê belê hîna jî tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebûye.
Divê destpêkê tecrîd bê rakirin.”
KCK: Tevgera me wê pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe esas bigire
KCK’ê diyar kir ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.
Di dewamî de KCK’ê destnîşan kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û wiha domand:
“Him me him jî gelê me her tim nîşan daye ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.
Gelê Kurd bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve wê pêvajoya ku Rêber Apo bi pêş bixe esas bigire.
Rêber Apo îradeya tevgera me û gelê me ye û muxatab û muzakerevanê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.
Di vê mijarê de nêzîkatî û helwesteke cuda nîne.”
KCK: Em êrişên dewleta Tirk şermezar dikin
Her wiha KCK’ê di daxuyaniya xwe de qala çalakiya li Enqereyê jî kir.
KCK’ê anîziman eger ku ev çalakî ji aliyê hêzên wan ve hatibe kirin, wê HPG daxuyaniya pêwîst bide û got:
“Teqez ti eleqeya vê çalakiyê bi pêvajoyê tê pêşxistin re tine ye. Ji ber vê çalakiyê hedefgirtina herêmên parastina Rojava, Şengal û Herêmên Paratinê yên Medyayê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em van êrîşên hovane şermezar dikin.”
KCK: Divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo dewam bike
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku divê gel têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin, heta misogeriyê dewam bike.


