Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê ya li bajarê Qamişlo jî rastî rêşa dewleta Tirk a dagirker hat.
Di encama êrişê de 100 ton ardê li navendê ziyan dît.
Hevseroka Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê Nebîle Mihemed got: “Ardê ku li firinan tê belavkirin û gel ji wan firinan nan werdigre hat hedefgirtin.”
Dewleta Tirk ji 23’ê Cotmeha 2024’an ve bi balafirên xwe yên keşfê yên biçek bêserûber êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Di encama van bombebaranan de gelek zarok, jin, endamên ewlehiyê û hemwelatî şehîd ketin û gelek jî birîndar bûne.
Heman demê di van êrişan de zererek mezin jî gihîşte navendên xizmetgûzariyê.
Yek ji wan navendên xizmetgûzariyê ku rastî êrişê hatiye Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê ya li bajarê Qamişlo bû.
Ev navend ku li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye ji aliyê balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.
Di encama bombebaranê de agir bi depoyê ket.
Ji ber tevgera êrişan tîmên agirkujî yekser nikarîbûn mudaxele bikin.
Hevseroka Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê Nebîle Mihemed der barê zirarên gihîştine kompaniyê de ji ANHA’yê re axivî.
“Ardê ku li firinan tê belavkirin û gel ji wan firinan nan werdigre hat hedefgirtin”
Nebîle Mihemed anî ziman ku di encama êrişan de 100 ton ard zerer girtiye û got:
“Ardê ku li firinan tê belavkirin û gel ji wan firinan nan werdigre hat hedefgirtin.”
Di encama êrişê de nêzî 100 ton ard şewitiye. ”
Nebîle Mihemed diyar kir ku ji bo ardên din jî neşewitin wan tevî êrişan jî destwerdanî şewatê kirin.
Nebîle Mihemed destnîşan kir ku di depoya ard de 15 karker dixebitîn û ev tişt anî ziman:
“Ji ber dewleta Tirk di şerê xwe de qelse êrişî pêdiviyên civakê dike.
Em ji bo dabînkirina pediyên gelên xwe xebatên xwe bidomînin.”



