Di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ê ser ambara genim a gundê Rovî yê bajarê Kobanê de 7 karker birîndar bûn.
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ambara genim a gundê Rovî yê bajarê Kobanê bombebaran kirin û di encamê de 7 karker birîndar bû ku rewşa yek ji wan giran e.
Navê karkerên birîndar wihane:
Ebdureûf Mehmûd El Mihemed ê ji Reqayê, Îbrahîm Mehmûd El Mihemed, Cîhad Cuma El Mihemed, Ehmed Mehmûd El Mihemed, Ebdelî Mihemed, Elawî El Hisên El Ero û Mihemed Silêman Skêfî.



