Balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk seetên derengî şevê bi kêmî 10 deverên Şengalê 16 caran bi dijwarî bombebaran kirin.
Li gor hin agahiyan deverên ku li Şengalê hatine bombebarankirin evin:
Çil Mêra û Amûd , Girê Şehîd Şengal , Girê Şehîd Sîpan, Taxa Hey Nasir, Sîba Şêx Xidir, Xeta Ereban, Geliyê Şilo bûn .
Her wiha li gor agahiyan dibe ku hêjmara cihên ku li Şengalê hatine bombebarankirin û hejmara êrişan ji yên ku hatine tesbîtkirin zêdetir be.
Her wekî tê payîn derbarê êrişên dawiyê yên li ser Şengalê de îro Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û Asayişa Êzidxanê daxuyanî bidin.
Dagirkeran li Til Rifat êrişî sivîlan kir: 2 şehîd û 7 birîndar



