Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî şehîd Bêrîtan Hêvî bi bîr anî û li ser bandora çlakiya wê axivî.
Leyla Waşûkanî got, Fermandar Bêrîtan ji jinan re bû hêza bîr û baweriya serketinê.
Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî bi boneya salvgera 32’emîn şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji ajansa ANHA nirxandin kir.
Leyla Waşûkanî daxuyakirin ku xiyanetê her pişta gelê Kurd daye xwarê, destê wan lawaz kiriye û wiha axivî:
Bi taybet jî di serdemên serhildanan de dijminê xedar gelekî ji xiyaneta hundirîn feyde girtiye û ezma gel şikandiye.
Lê belê teqez pêwîst e were zanîn ku Kurd ne Kurdên berê ne.
Dem hatiye Kurdên resen serê xwe bi Rêber û qehremanên xwe bilind bikin, li ser lingên xwe bisekinin û bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin.”
“Fermandar Bêrîtan ji jinan re bû hêza bîr û baweriya serketinê”
Leyla Waşûkanî anî ziman ku Şoreşa Kurdistanê xwedî qehreman û fedaiyên weke Bêrîtan Hêvî ye û got:
Fermandar Bêrîtan temsîla xeta berxwedana dîrokî dike.
Jina Kurd a qehreman Bêrîtan li çiyayê Xakûrkê ala berxwedanê bilind kir û ji jina Kurd re bû îlhama têkoşînê.
Bêrîtan ji jinan re bû hêza bîr û baweriya serketinê.
Şoreşgera fedayî û wêrek Bêrîtan xwe bi hedef û armancê re kir yek, bi hêrs û kîn bi ser xayînan de çû û ew bi erdê re kirin yek.
Bêrîtan da diyarkirin ku xiyanet û teslîmkarî qet di dil û mejiyê wê de tineye û tenê cihê berxwedan û têkoşînê heye.
“Dîroka gelê Kurd bi domandina xeta Bêrtîan dewlemend dibe”
Leyla Waşûkanî nirxandinên rêber Apo yên li ser çalakiya şehîd Bêrîtan bi bîrxist û got:
Rêber Apo dibêje, Pêwîst e tevahî jinên Kurd kesayeta fermandar Bêrîtan ji xwe re bikin remza berxwedan û têkoşîna azadiyê.’
Li ser vî esasî roj bi roj qehremanên me yên jin û mêr zêdetir dibin û dîroka gelê Kurd dewlemend dibe.
Fermandar Leyla Waşûkanî di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pey doza şehîdên xwe bin û armancên wan pêk bînin.



