Îro 32’emîn salvegera şehadeta têkoşera mezin Bêrtîan (Gulnaz Karataş) e.Şehîd Bêrîtan a ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê teslimyet qebûl nekir û şehîd bû, bû sembola azadiyê. Şopdarên xeta Bêrîtan niha bi ruhê Bêrîtan li dijî her cure êrîş û xiyanetê têkoşîn dikin.
Bi çalakiya xwe destana qehremaniya “li dijî xiyanetê xeta azadiyê” nivîsand..
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 1971’ê de li Dêrsimê ji dayik dibe.
Di sala 1990’î de tevgera azadiyê nas dike û di demeke nêz de tê girtin.
Di 1991’ê de serbest tê berdan.
Bêrîtan bi sekin û feraseta xwe ji jinan re bû çavkanî.
Bi sekin, feraset, têkoşîn û doza wê ya azadiyê hêz da jinan.
Bandora li ser civakê kir gelek girîng bû û wê demê navê wê li gelek zarokên nû hatin dinê hat kirin.
32 sal beriya 3’ê Cotmeha 1992’yan PDK û dewleta tirk bûn yek û êrişî tevgera azadiyê kirin.
Şer ne bi tenê li herêma Xakûrkê bû. Li Zagros, Metînan û Heftanîn jî êrişî hêzên gerîlayan dikirin.
Di 25’ê Cotmeha 1992’yan de di vê êrîşê de Bêrîtan li ser esasên xweparastina rewa têkoşîna xwe dewam kir, teslîm nebû û li hemberî îxanetê sekinî.
Bi vê serîhildanê mîrateyeke mezin a mînaka berxwedanê li dû xwe hişt û peyama ‘radestî jî mirin e’ da.
Ji bo hêviya azadî, aştî û wekheviyê her tim zindî bimîne bû awaza jinên berxwedêr.
Ji bo jinên îro her tim tundî li wan tên kirin bû alternatîfeke têkoşînê.
Bû çavkaniya pêşketina hişmendiya azadî û xweparastinê.
Li dijî zihniyeta her dem xwestiye jiyana jinê serobina bike, bi îradeyeke xurt sekinî.
Bêritan kevneşopiya têkoşîneke bi rûmet a Zarîfe û Besê dewam kir.
Niha gelek jinên têkoşer li ser kevneşopiya têkoşîna bi rûmet a Bêrîtanê xizmeta doza azadiya kurd dikin.
Îro jinên kurd û jinên cîhanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” kevneşopiya Bêrîtanê didomînin.
Jinan mîrateya Bêrîtanê dewr girtin û li ser esasên vê birdoziyê li berxwe didin.
Bêrîtan bû bingehê avakirina artêşbûna jin YJA-STAR’ê.
Ev artêş bû çavkaniya hêvî û rizgariya gel û jinan.
Rêber Abdullah Ocalan piştî çalakiya Şehîd Bêrîtan nirxandinek wiha kir:
“Xwe ji kendalan diavêje. Ev întîxar nîne. Ev xeta azadiyê ye.
Xeta şehîd Bêrîtan ji bo min pir girîng e.
Divê em jiyana şehîd Bêrîtan ji xwe re bikin xet.
Ez endamekî vê xetê me.
Heta ku aştiyeke bi rûmet tekûz bibe, em ê vê xetê dewam bikin. “



