Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku pêkhatina hevdîtina bi Rêber Apo re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û bang tevahî gelê azadîxwaz kir ku di asta seferberiyê de tevlî li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya rêber Apo bibin.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî hevdîtina 23’ê Cotmehê a bi Rêber Apo daxuyniyek da.
KJK’ê da zanîn ku hevdîtina bi rêber Apo re hat kirin gelekî girîng û bi wate ye, lê belê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.
KJK’ê got, Rêber Apo di vê hevdîtinê de bi taybetî destnîşan kir ku tecrîd hîn jî dewam dike.
Pêkhatina hevdîtinê bêguman nayê wateya rabûna tecrîdê.
Ji 1’ê Cotmehê û vir ve ji eniya Tifaqa Cûmhûr li dora Rêberê me li ser çareseriya pirsgirêka Kurd hin gotin têne kirin, nîqaş têne meşandin.
Hikumeta AKP-MHP di dema ku tengav dibe, ji aliyê desthilatdariyê ve zehmetiyê dikişîne, serî li taktîkên bi vî rengî dide.
Ji pêvajoyên berê ve her kes bi vê yekê baş zane.
“Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye”
KJK’ê di berdeamiya daxuyniya xwe de balkişnad ser gingiya gavavêtina ji bo pêvajoya diyaloge û got:
“Di vir de pîvana esasî ew e ku Rêber Apo muxatab bê dîtin, polîtîkayên samîmî bêne meşandin û gav bêne avêtin.
Navê xwe çi dibe bila bibe eger ev pîvan nebe esas, wê tenê bê wateya komployeke nû, lîstikeke nû.
Di demekê de ku her agahî, gotin tevlîhev bûne, serî tevlîhev bûne, gelekî girîng e ku gelê me, jin û dostên me bala xwe bidin ser Rêber Apo ku navnîşana esasî û navenda çareseriyê ye.
Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye, gotinên wî yên hatine gotin û yên bêne gotine.”
“Divê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo di asta seferberiyê de bê meşandin”
KJK’ê diyar kir ku heta ev binpêkirinên li Îmaliyê biqede pêwistî bi têkoşînekek mezin heye û wiha pêde çû:
Li ser vê bingehê divê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mezinkirin, hîn bêhtir bê berfirehkirin, her kes di asta seferberiyê de bimeşînin.
Ji heft heta heftê salî her kes divê ji dil û can tevlî vê pêvajoyê bibin.
“Em êrîşên dijî Rojava, Şengal û herêmên parastina medyayê şemezar dikin”
Di dawiya daxuyniya xwe de KJK’ê balkişnad ser êrîşên hovane yên li dijî Şengal, Bakur û Rojhilatê sûriyê û hermên parastina medyayê:
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, bi tundî şermezar dikin.
Di van êrîşên li derveyî mriovahiyê de dewleta Tirk a dagirker ti carî encam bi dest nexist, wê ji niha û pê ve jî encamê bi dest nexe.”



