Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şervanên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê de şehîd bûne eşkere kir.
YBŞ’ê diyar kir ku dewleta Tirk ya qirker bi van êrişên xwe ve carek din rastî û rûyê xwe ê dijminatiya civaka me da diyarkirin.
Di van 3 rojên dawiyê de dewleta Tirk bi balafiran êrişek berfireh li dijî Şengalê pêk anî û 16 cîh bombebarankir.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî nasnameya şervanên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, daxuyaniyek belav kir
Di serî de YBŞ’ê diyar kir ku dewleta Tirk ya dagirker û qirker bi van êrişên xwe ve carek din rastî û rûyê xwe ê dijminatiya civaka me da diyarkirin û got:
“Dewleta Tirk di dîrokê de dijminê me Êzidiya ye”
Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku di êrişên li dijî Şengalê de 6 şervanên wan şehîd bûye û ev agahî parve kir:
Dewleta Tirk şeva 24’ê Cotmehê devera Barê ya li komelgeha Xanesorê bombebaran kir.
Di encama vê êrişê de hevrêyê me Rojhat Ereb şehîd bû.
Şeva 25’ê Cotmehê jî balafirên şer 11 cîh bombebarankirin.
Di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me gihîştine şehadetê hevrêyekî me jî birîndar bû.”
YBŞ: Hevrêyan ji bona me nirxekê pir mezin ya têkoşînê hiştin
YBŞ diyar kir hevreyê wan bi sekn, jiyan û fedakariya xwe nirxekê pir mezin ya têkoşînê hiştin û wiha got:
Ev şehîdên me ku di van 3 rojên dawiyê de me dane, wan jî bi heman rengî xeta şehîdan a Mam Zekî, Zerdeşt, Seîd Hesen Seîd, İsa, Dijwar, Pîr Çeko, Nujîn, Berîvan, Nujiyanan esas girtin, bi rihê van şehîdan jiyankirin, YBŞ û têkoşîn xurtkirin û mezinkirin. Helbet wê ji bo me jî bibin çavkaniya hêza têkoşîn û berxwedanê”
Dawiyê YBŞ’ê sersaxî ji malbatê şehîdan û welatperêzn Kurdistanê re xwest û diyar kir wê rihê şehîdan bibin ronahiya rêya zaferê.
Agahiyên têkildarî nasnameya şervanên YBŞ’ê yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Nemir Helîqî
Nav: Heval Nemir Qasim Elî
Navê Dayîk: Bihar
Navê Bav: Qasim Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024-Barê

Nasnav: Orhan Şengal
Nav: Ûmran Ehmed Qasim Qolo
Navê Dayîk: Nofa
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024-Barê

Nasnav Dilbirîn Şengal
Nav: Ezîz Xeyro Cirdo
Navê Dayîk: Gulê
Navê Bav: Xeyro
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024-Barê

Nasnas: Azad Şengalî
Nav: Raîd Xalid Husên
Navê Dayîk: Xezal
Navê Bav: Xalid
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024-Barê

Nasnav: Dilgeş Şengalî
Nav: Selah Hesen Emer
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024-Barê

Navê Kod: Rojhat Ereb
Nav: Wead Hemed Hîwed Hîklê
Navê Dayîk: Xidiriya Hewad Salîm
Navê Bav: Hemed Hîwed Hîklê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 24 Cotmeh 2024-Barê



