Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan çalakî lidaxistin.
Di çalakiyan li herêma Zapê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
HPG’ê ragihand ku di nava leşkerên hatî kuştin de yek fermandar bû.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi wesîleya salvegera şehadeta şoreşgera mezin û nemir Şehîd Bêrîtan çalakî lidaxistin.
Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku bi daxuyaniyekê ev yek ragihand, ev agahî parve kirin:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
24’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dagirkeran hewl dan xwe nêzî tunelên me yên şer bikin.
Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û li wan dan.
Ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî destpêkê li fermandarê yekîneyê, piştre jî li dagirkerên din hat xistin.
Li vê derê yek jê fermandar bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin , 2 jî birîndar bûn.”
HPG’ê ragihand ku navê fermandarê dagirker ê hate cezakirin Yûsûf e.
Hat diyarkirin di çalakiyê de çek û alavên leşkerî yên li ser dagirkeran jî hatin desteserkirin.
Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê jî teqemeniyên dagirkeran bi taktîka sabotajê hatin îmhakirin.
Her wiha li herêma Xakurkê û Metînayê gerîlayên YJA Starê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran xistin.
Qadên gerîla 34 caran hate bombebaran kirin
têkîldarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê dawiyê ev agahî parve kir:
“24’ê Cotmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî,
Herêmên Parastina yên Medyayê jî 33 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”



