Serokwezîrê Karên Derve yê Israîlê nerazîbûna xwe ser êrîşên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da.
Û got: Kurd di bin bombeyan de mane û dinya jî bê deng e.
Serokwezîrê Karê Derve yê Israîlê Israel Katz duh li ser malpera X li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşan da.
Israel Katz diyar kir ku diktatorê li Enqerê Erdogan li bakur û Rojhilatê Sûriyê sivîlên Kurd ên bê guneh bombebaran dike.
Katz destnîşan kir ku Sekreterê Giştî yên Netewyên Yekbûyî Antonio Guterrs derbarê vê yekê tiştekî nabêje û got:
“Kanî banga agirbestê û cîvîna awarte li Konseya Ewlehiyê.
Kanî belgeya nerazîbûnê ya ji bo dadgeha Lahî hatî dayîn a derbarê metirsiya ser mafê Kurdan.”
Israel Katz dawiyê anî ziman ku dema Israel parastina xwe dike Guterrs yekser nerazîbûna xwe diyar dike, lê dema dostê wî Erdogan sûcên şer dike bihêsanî bêdeng dimîne.
Ev lotkeya durûtiyê.



