HRE’yê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de gelek çalakî li dar xistine û di wan çalakiya de, leşkerekî dewleta Tirk û 4 çete hatine kuştin, her wiha 5 leşkerên Tirk û 5 çete birîndar bûye.
Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi vî rengî ye: “Li hemberî êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ku di van demên dawiyê de li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine.
Di encama van êrîşên hov ku qirkirinê esas digire de gelê me rastî komkujî û êrîşan hatin.
Li hember van êrişên heyî çalakiyên tolhildan û bersivdayînê hatin lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de:
1- Di roja 14’ê Cotmehê de bi çalakiyên Taybet Baregehên Dewleta Tirk a dagirker yên Ezaz, Bab û Dabikê hatin hedefgirtin. Di encamê de 3 leşkerên Dewleta Tirk a dagirker birîndar bû, kuştî nehat zelalkirin.
2- Di roja 15’ê Cotmehê de li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê Dagirker hate kuştin.
3- Di roja 17’ê Cotmehê de li Xeta Şera di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê Dagirker hate kuştin.
4- Di roja 19’ê Cotmehê de bi çalakiyekî taybet Baregeha Dewleta Tirk a dagirker ê Babê hate hedefgirtin di encamê de 1 leşkerê Dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.
5-Di roja 24’ê Cotmehê di çalakiyên Taybet ê li dijî Baregehên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Xeta Bab, Mare û Şêrewa de hatî lidarxistin de 2 çeteyên Dagirker hatin kuştin, her wiha 2 leşkerên Tirk û 5 çeteyên dagirker jî birîndar bû. Encama hendek çalakiyên heyî nehat zelalkirin.
Di encama van çalakiyên Hêzên me de; 1 Leşkerê Dewleta Tirk a dagirker, 4 çeteyên dagirker hate kuştin û her wiha 5 Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker 5 çeteyên dagirker jî birîndar bû.”



