Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê gerîla liv û tevgereke hîn stratejîktir pêş dixe û esas digire ku bi rêbazên hîn profesyoneltir encam werbigire û got:
“Heya ku em asteke fermandariyê ya pêşeng ya milîtanbûyî ya di felsefeya Rêbertî de xwe kûrkirî û pêşxistî neafirînin û pêş nexin ne pêkan e ku em serkeftinê bi dest bixin.”
Fermandarê Biryargeha NPG Mûrad Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ev 3-4 sal in îdîa dike ku gerîla li Bakur qedandiye û got:
“Gelo eger qediya be çima niha jî operasyon tê kirin?
Rewşa li Bakur weke ku dewleta Tirk dibêje nîne.
Em hêza xwe li cih û demeke rast dixin dewrê. ”
“Li Bakur armanca sereke ne çalakî ye”
Karayilan anî ziman ku divê di aliyê leşkerî de hinek bi tedbîr nêzîkatî çêbe û wiha domand:
“Dewleta Tirk taktîka dorpêçkirina herêman hem li Bakur û hem jî li Başûr pêk tîne.
Divê em gerîlatiya serdema nû ku em jê re dibêjin gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pêş bixin.
Heta ev yek nebe li Bakur ti pêşketina gerîla çênabe.
Em dixwazin şêweyekî nû yê gerîla bi pêş bixin.
Niha armanca pêşî ya gerîlatiya li Bakur ne çalakiye, jinûve avakirin û guhertine.”
Mûrad Karayilan: Em li Bakurê Kurdistanê stratejî pêş dixin
Fermandarê Biryargeha NPG da zanîn ku ew stratejiyekê pêş dixin û wiha pê de çû:
“Bi vê stratejiyê re armanca me têkbirina vê rejîmê ye û em ê di vê armancê de bi ser kevin.
Dibe ku îro li Kurdistanê li pêşiya pêşxistina şervanên azadiyê hin zehmetiyên pratîkî hebin.
Lê rê û rêbazên ku hemû zehmetiyên pratîkî çareser bikin, hene.
Bi esasî pirsgirêka artêşbûna gerîlayan ya encamgir heye.
Di wê xalê de zehmetî hene. Beriya her tiştî rastfêmkirina serdemê gelekî girîng e.”
“Astengiya sereke ya li pêşiya artêşbûnê pirsgirêka xetê ye”
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku îro bi şervanên xwedî bawerî, bibiryar, profesyonel û pispor encam tê standin û ev yek anî ziman:
“Astengiya sereke ya li pêşya artêşbûnê pirsgirêka xetê ye.
Em neketina ser xeta Şerê Şoreşgerî yê Gel, ji ber wê em gelek zehmetiyan dibînin.
Li Kurdistanê ji bo me rastfêmkirina xeta Rêbertî û şikilstandina di çarçoveya felsefeya Rêbertî de gelekî girîng in ku em serkeftinê bi vê yekê ve girê didin.”
Karayilan di dawiyê de wiha got:
“Heya ku em asteke fermandariyê ya pêşeng ya milîtanbûyî ya di felsefeya Rêbertî de xwe kûrkirî û pêşxistî neafirînin û pêş nexin ne pêkan e ku em serkeftinê bi dest bixin.”



