Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg diyar kir ku faşîzma AKP’e MHP’ê xitimiye û got:
“Tevî ku muxatab zelal e û Rêberê me jî ev yek anîbû ziman jî, heta niha bi taybetî MHP-AKP li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, ji bo ji holê rabike polîtîkayên faşîsttir dimeşîne.”
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg di bernameyeke taybet a ku di Televîzyona Medya Haberê geşedanên dawî nirxand.
Fermandar Zozan Çewlik diyar kir ku pergala li Îmralî tê meşandin yekser bi şerê cîhanê yê 3’min wê girêdayî ye û got:
“Dema em li geşedanên giştî yên îro dinêrin, şerê qirkirinê li ser Rêber Apo tê meşandin, bi qasî şerê qirkirinê yê li ser gelê Kurd tê ferzkirin li ser gelên Rojhilta Navîn jî şerê qirkirinê tê meşandin.
Di heman demê de 43 meh in şerê qirkirinê li ser Rêber Apo tê meşandin û tecrîd dike.
Paradîgmaya Rêbertiya me ji aliyê hêzên navneteweyî û hemû hêzên hegemonîk weke xeteriyeke mezin tê dîtin.
Di vê wateyê de em nikarin polîtîka,li Îmraliyê tê meşandin, ji şerê cîhanê yê 3’yemîn ku îro li Rojhilata Navîn tê meşandin ji hev qutkirî binirxînin.
Ji ber vê yekê, weke ku me diyar kir polîtîka û siyaseta li ser Onder Apo tê meşandin, siyaset û polîtîkaya li ser gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurd tê meşandin e.”
Zozan Çewlik: Rastiyeke Tirkiye û AKP-MHP’ê ya xitimiye heye û divê ev bê dîtin
Zozan Çewlik diyar kir ku dewleta Tirk xitimiyê û sedemê xitimandina Tirkiyê wiha anî ziman;
Rastiyek heye ku AKP-MHP di şerê qirkirinê yê ku xwe daye destpêkirin de, di geşedanên li Rojhilata Navîn de jî pir bi ser nakeve û li pêşberî berxwedanê her ku diçe bêçare dibe û dikeve nava çiravê.
Tevî ku muxatab zelal e û Rêberê me jî ev yek anîbû ziman jî, heta niha bi taybetî MHP-AKP li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, ji bo ji holê rabike polîtîkayên faşîsttir meşand.
Rastiyeke Tirkiye û AKP-MHP’ê ya xitimiye heye û divê ev bê dîtin.”
Zozan Çewlik: Divê jin, gelê Kurd û hemû gelên bindest xwe birexistin bikin
Zozan Çewlik herî dawî ev peyam da:
“Serdema ku em tê re derbas dibin serdemek girîng e.
Jin, gelê Kurd û hemû gelên bindest di serdemeke wiha krîtîk de, belê xeteriyên wê hene yanî di nava kaos û gengeşiyê de xwe bi rêxistin bikin û li ser xeta Rêbertiyê de weke xeteke alternatîf wê xwe bi rêxistin bikin û serkeftinê bi dest bixin.”



