Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayî Kurdistanê û pergala êşkenceyê li Îmraliyê daketin qadan .
Kurdistaniyan gotin: “Eger berxwedan mezin bibe wê tecrîd û dagirkerî têk biçe.”
Êrişên dewleta Tirk a darker yên li ser Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo li Ewropayê hate şermezarkirin.
Li dijî kiriyarên dewleta Tirk a dagirker, Kurdistanî û dostên xwe li bajarên cûda yên Ewropayê daketin qadan.
Li bajarê Nantes ê Fransayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk meşek hat li darxistin.
Enternasyonalîstan li wir piştgirî dan mêşê û beşdarî wê bûn.
Beşdarên meşê êrişên Tirkiyê û tecrîda li ser Rêber Apo şermezarkirin û gotin:
“Dewleta Tirk li Rojava komkujî pêk tîne.
Divê em têkoşîna xwe bidomînin û berfireh bikin.”
Li Parîsê jî heman tişt hebû.
Çalakgeran gotin, nabe Ewrûpa bibe alîgirê qirkirina Kurdan.
Devereke din cihê çalaliyê jî bajarê Munîh ê Almanyayê bû.
Li wir jî êrîşên dagirkeriyê û pergala êşkenceyê şermezarkirin.
Li bajarê Den Haag jî çalakî li ber avahiya Parlamentoya Holandayê hate lidarxistin.
Beşdarên çalakiyê sûcên dewleta Tirk şermezarkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li hember êrişan bi hestyarî tevbigerin.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî gel li qadan bûn.
Di çalakiyan de berxwdana Rêber Apo û Rojava hate silavkirin.
Li bajarê Kiel ê Almanyayê jî çalakvanan berxwdan li Îmraliyê û Rojavayî Kurdistanê hate silvkirin û gotin:
“Eger berxwedan mezin bibe wê tecrîd û dagirkerî têk biçe.”
Her wiha li bajarê Nurnberg ê Almanyayê jî gelk li qadadê bûn.
Li wir jî êriş hate şermezarkirin.



