Dewleta Tirk a dagirker ji 23ˈyê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Stasyonên petrol, elektrîk, xaz, embarên genim, navendên tenduristiyê û kargehan bûn armanca êrîşan.
Di encam de 30 navend ji xizmetê derketin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 23ˈyê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Stasyonên petrol, elektrîk, xaz, embarên genim, navendên tenduristiyê û kargehan bûn armanca êrîşan.
Di encam de 30 navend ji xizmetê derketin.
Navendên ku ji xizmetê derketin ev in:
Li Dêrikê stasyona siwêdiyê ya elektrîkê, stasyona xazê ya Siwêdiyê, Stasyona Girzîro ya petrolê, Kargeha Zozan a Mast û Penêr, Kargeha kîsên naylon a li gundê Mêrga Mîra û Garaca leşkerî ya YPGˈê ya li bajarê Dêrikê ji xizmetê derketin.
Li bajarokê Rimêlanê jî Navenda sererastkirina erebeyan, Navendeke avahîsaziyê, Stasyona komkirina petrolê û Navenda dagirtina oksecînê ji xizmetê derketin.
Li Tirbespiyê jî Stasyonê petrolê ya Seîda, Stasyona Babasî ya petrolê ya li gundê Kêl Hesnak, Zeviya Oda ya petrol û xazê, Parzûngeha petrolê ya li gundê Beyazê, Parzûngeha petrolê ya li gundê Girê BePirê û Stasyonê elektrîkê ji xizmetê derketin.
Li Qamişlo jî Navenda Tenduristiyê ya li taxa Xelîc, Navenda Tenduristiyê ya li taxa Meyselûn, Navendeke avahîsaziyê li ser rêya Hizam, Kargeha dirûnkariyê, Embara genim, Şirketa Pêşxistina Çandiniyê û Navenda avahîsaziyê ya li gundê Heremê Şêxo ji xizmetê derketin.
Li Amûdê jî Stasyona elektrîkê û Firine ji xizmetê derketin.
Li Til Temirê jî Kargeha Çemento ya Îstîqamê û Banka Çandiniyê ji xizmetê derketin.
Li Eyn Îsayê jî Embara genim ji xizmetê derket.
Li Kobanê jî Stasyona elektrîkê, Firine û Embara genim a li gundê Rovî ji xizmetê derketin.



