Thursday 2026/06/18
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê êrişên dagirikeriyê şermezar kir

October 27, 2024
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê êrişên dagirikeriyê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Xweser, destnîşan kir ku êrîşan bi tu awayî qebûl nakin û ew ê destkeftiyên gel bi parêzin.
Rêberiyê bang li hemû pêkhateyan kir ku li dora hêzên ewlekariyê bibin yek.
Her wiha bang destwerdanê li hêzên navnetewî kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 4 rojên dawî de daxuyaniyek da. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê ya li Reqayê bi zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn. 

Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyanî bi zimanê Kurdî, Hevserok Hisên Osman jî bi zimanê Erebî xwend.

Di daxuyaniya ku êriş hatin şermezarkirin de hat bibîrxistin ku di nava 4 rojan de dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê, Kobanê , Til Temir û Eyn Îsayê êrîşên hewayî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Her wiha çeteyên wê êrîşên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrîşên bêyî tu hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzeriyê û jiyanî bixin xeteriyê û wiha hat gotin: “Dixwazin bi vê yekê pilanên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin, nexasim ev çend salin em ji ber ambargoya dirêj zehmetiyan dibînin.

Ev êrîş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike; dihêle ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrîşan bigirin da ku xwe birêxistin bikin, êrişî herêmên me bikin. Ev êriş hewldanên avakirina aramiyê sînordar dikin û gefan li xebatên tunekirina terorê ku gel û hêzên me yên ewlekariyê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî dimeşînin, dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku eger êrîş dewam bikin, dê bi xwe re encamên xeternak derxîne û ev xeterî wiha hatin rêzkirin:

  • Derxistina karesteke mirovî û aborî
  • Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê
  • Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.
  • Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike
  • Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike

-Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Koalisyona Navneteweyî, Rûsya, hemû saziyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku encamên van êrîşan bibînin, rê li pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser binpêkirina nirx û destkeftiyên gel red dike û dê parastina destkeftiyên gelê xwe û mafê parastina rewa bike.

Di daxuyaniyê de bang li li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li derdora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî kom bibin, yekîtî û hevgirtina xwe dewam bikin û hemû projeyên têkbirina îrade û projeya wan a demokratîk, bi bin bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de encamên êrişên 4 rojan hatin dayîn û ev agahî hatin parvekirin:

  • Hejmara êrîşên bi balafirên keşfe: 118
  • Hejmara êrîşên balafirên şer: 20
  • Hejmara êrîşên bi topên hawanan: 893
  • Hejmara tevahî ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker: 1031
  • Hejmara şehîdan: 17
  • Hejmara birîndaran: 65
  • Stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombrbarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji kehrebeyê bêpar man.
  • Ji ber qutbûna kehrebeyê ava stasyonên avê qut bûye.
  • Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên weke firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.”
Previous Post

Di êrişan de hevkariya dewleta Tirk, Iraq û Emerîkayê

Next Post

QSDˈê 3 çalakî li dar xistin: 8 dagirker birîndar bûn

Weşana girêdayî

Ji ber rewşa debarê ya xirab 2 roj e rê girtine
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Ji ber rewşa debarê ya xirab 2 roj e rê girtine

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Parêzgarê Hesekê û Koma Serokomariyê civiyan
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Parêzgarê Hesekê û Koma Serokomariyê civiyan

DEM Partî: Heta sucdar hesabê nedin em ê têkoşîna xwe bidomînin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

DEM Partî li ser rewşa girtiyên li derya reş lêkolîna kirî parve kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye