Dewleta Tirk a dagirker ku bi balefirên F-16 yên Emerîkî êrişê Şengalê dike:
Bi destûra wan derbasî qada esmanî ya Iraqê dibe.
Di fuzeyên dronan de jî teknolojiya şîrketekî Emerîkî bikartîne.
Di parçeyên fuzeya ku li Barê mala welatiyekî pê hatibû bombebarankirin de, şopa şîrketekî Emerîkî derket.
Dewleta Tirk di 23’ê mehê de êrişên qirkirinê li ser Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin ku ev êriş hê jî berdewam dikin.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihandibû ku 20 êrişên hewayî çêbûne.
Di van êrişan de 6 şervanên wan şehîd ketine.
Heya niha derbarê êrişên qirkirinê yên li ser xelkê Şengalê de ne ji hikumeta Iraqê ne jî ji hêzên navnetewî deng derneketiye.
Xelkê Şengalê bêdengiya hikumeta Iraqê ya li ber van êrişan wekî hevkariya êrişên qirkirinê dibîne .
Ev hevkarî di saroxên (fuzeyên) ku di êrişa li ser Şengalê de hatine bikaranîn jî bi zelalî xuya dike.
Dewleta Tirk bi balefirên şer û bi teknolojiya Emerîkayê êriş dike
Ji xwe tê zanîn ku balefirên şer ên F-16 yên Dewletên Yekbûyî Yên Emerîkayê ye ku difiroşe dewleta Tirk.
Yanî dewleta Tirk bi balefirên Emerîkî êrişê civaka Êzidî û Şengalê dike.
Di teknolojiya dronên ku Şengal bi dehan caran pê hatiye bombebarankirin de, şopa şîrketa Emerîkî derket holê.
Di fuzeyan de şopa şîrketa analog devices û navê usa derket!
Yek ji cihên ku 24’ê Cotmehê rastî êrişan hat derdora gundê Barê bû.
Di wan êrişan de malekî welatiyan jî hatibû bombebarankirin.
Li wie hat dîtin parçeyeke dijîtal a saroxê aydê şîrketeke Emerîkî ye.
Fuze li ser navê Roketsanê (şîrketekî leşkerî ya dewleta Tirk) hatiye çêkirin.
Lê yek ji parçeyên wê yên herî girîng ji aliyê şîrketa Analog Devices a Emerîkî hatiye çêkirin.
Ev şîrket di sala 1965’an de li parêzgeha Massachusetts a Emerîkayê hatiye avakirin .
Qada esmanî ya Iraqê di bin serweriya Emerîkayê de ye
Rastiyek din a ku pêwîst e were bibîrxistin jî eve, qada esmanî ya Iraqê di şerê Kendavê de ket bin kontrola Emerîkayê.
Li vir xuya dibe bêyî destûra Emerîkayê , ne dewleta Tirk ne jî dewleteke cûda nikare bikeve qada esmanî ya Iraqê.
Bê guman di vê mijarê de muxatabê civaka Êzidî û gelên Şengalê hikumeta Iraqê ye .
Şengalî di vê mijarê de bang li hikumeta Sûdanî dikin da ku qada esmanî ji dewleta Tirk re bigire.
Lê di esas de, Emerîka û hêzên navneteweyî ji qada esmanî berpirsyarin, yanî ji hemû êrişên hewayî yên li ser Şengalê ev hêz berpirsyarin.



