Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê bi dijwarî berdewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî dijwar rêzeçiyayê Garê û bajarokê Amdeiyê yê li sînorê parêzgeha Dihokê topbaran kir.
Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkayê Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk ji her du baregehên Mam Reşa ya li ser çiyayê Kurêjehro û Geliyê Reşawa 16 caran çiyayê Garê topbarankirin.
Kameran Osman da zanîn ku di nava çar rojên borî de artêşa Tirk a dagirker bi rêya balefirên şer û hewanan 27 caran êrişî çiyayê Garê kir.
Di danê êvarê de jî artêşa Tirk a dagirker mala şêniyan ya li gundê Guherzê ya ser bi bajarokê Amêdiyê topbaran kir.
Di encamê de ziyan gihişt malên welatiyan.
Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman diyar kir ku di dema topbaranê de 3 zarok şoq derbazkirin û welatiyan ew rakirin nexweşxaneya Amêdiyê.



