Şêniyên kantona Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh, zaroka ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.
Li Dêrikê jî şehîd Ferhat Dêrik li ser gora xwe hat bibîranînş.
Di merasîmên bîranîn û sersaxiyê de peyama îsrara girêdana bi xakê ve hate dayîn.
Dewleta Tirk a dagirker roja 24’ê Cotmehê malek şêniyan li Minbicê kir hedef.
Di encama de zaroka bi navê Fereh El Berho şehîd bû û birayê wê yê 8 salî Semîr El Berho jî birîndar bû.
Şêniyên Minbicê , endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan berê xwe dan bin konê sersaxiyê.
Li wir, beşdaran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û gotin:
“Şehîd Fereh şehîda welêt, şehîda azadî û rûmetê ye.”
Li Dêrikê şehîd Şiblî Dêrik li ser gora xwe hate bibîranîn
Li Dêrikê jî şehîd Ferhad Dêrik di salvegara şehdeta xwe a yekemîn de li ser gora xwe hate bi bîranîn.
Şehîd Ferhad 27’ê Cotmehê 2023’an di encama hedef girtina balefirek bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de şerhîd bûbû.
Ji bo bîranîna şehîd Şiblî, Meclisa Malbatên Şehîdan, heval û malbata şehîd merasîmek bîranînê li goristana şehîd Xebat Dêrik li darxistin.
Beşdarên merasîmê sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza domandin rêya şehîdan dan.



