Doh 1ʹemîn konferansa Gaziyên Şedadê pêk hat.
Konferans bi dirûşma “Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê jiyaneke azad û pêkve ava bikin” hat lidarxistin.
Di konferansê de bal hat kişandin li ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan.
Nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Giştî û PYD’ê jî bi peyamên xwe konferans pîroz kirin.
Piştî xwendinê dîwan hat hilbijartin û rêzkname hat xwendin.
Piştî nîqaş û gûftûgoyan rêzikname hate qebûlkirin.
Beşdarên konferansê der barê mijarên mîna pergala rêxistinî, perwerdeya gaziyan û hwd de nirxandinên girîng kirin.
Piştre jî rêveberiya komeleyê, meclîsa wê û desteyên girêdayî wê hatin hilbijartin.
Di dawiya konferansê de wiha hat gotin:
“Weke gaziyên şer ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe û pêşxistina paradîgmaya Rêbertî em ê têkoşînê hê zêdetir bi pêş bixin.”
Konferans bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo, “Bi xwîn û can em te re ne ey Serok”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.



