Koordînasyona Partiya Azadiya jinên Kurdistan PAJK’ê derbarê çalakiya tabûra nemiran ya li Enqera daxuyaniyek da .
PAJK’ê diyar kir ku peyama herdû hevalên çalakî kirine sonda serkeftinê ye, israra jina azad, mêrê azad û civaka azad e û got:
“Fêmkirina hevalên me Asya û Rojger û tevayî şehîdên me, famkirin û pêkanîna rêhevaltiya rast ya bi Rêber Apo re ye.”
Koordînasyona Partiya Azadiya jinên Kurdistan PAJK’ê derbarê çalakiya tabûra nemiran ya li Enqera daxuyaniyek da .
PAJK’ê di serî de çalakiya Rêheval Asya Alî û Rojger Hêlîn yên Tabûra Nemiran silav kir û got:
“Hevrê Asya û Rojger bi vê çalakiya fedaiyane ve, li hemberî komploya 9’ê cotmehê û êrîşên Dewleta Tirk ku pêk tê helwest danîn.
Divê Dewleta Tirk û hemû hêzên komploger vê bizanibin ku êdî tehamûla gelê Kurd li hemberî dîlgirtina Rêbertî nemaye.
Li kêlek vê dewleta Tirk li ser Rojava, Şengal, Başûr bombardumanên bê navber didomîne.
Li ber çavê raya giştî çekên kîmyewî li ser Gerîla pêk tîne, bêgûman Gerîla jî yê bê bersiv nemîne. Dewleta Tirk eşkere şucên şer dike.”
PAJK: Êrişa li ser tusaş Tirkiyê û siyaseta wê serûbin kir
PAJK’ê di berdewamî de diyar kir ku Dewleta Tirk bo ku raya giştî bixapîne her dibêje Gerîla li ber qedandinê ve diçe û wiha domand:
Gerîla, di erkê xwe yê parastina gel de hemû sînoran bê wate dike.
Pêkanîna êrîşê li ser TUSAŞ a ku di bin serweriya faşîzmê de ye, ya di dilê faşîzmê de ye artêşa Tirkiyê û siyaseta wê serûbin kir.
Dewleta Tirk a ku bi çekên NATO ve li hemberî gel û Gerîla şer dike bê encam e û ewê bê encam jî bimîne.
TUSAŞ navendeke leşkerî ye. Gerîla jî bi zanebûn, bi wîjdan, bi exlaqekî azad û demokratîk û hedefeke leşkerî kiriye armanc.
PAJK: Peyama Asya û Rojger sonda serkeftinê ye
Koordînasyona Partiya Azadiya jinên Kurdistan PAJK’ê herî dawî got:
Rêheval Asya û Rojger beriya ku çalakiyê bikin armanca pêkanîna vê çalakiyê bi mîsoger anîne ser ziman.
Peyama wan sonda serkeftinê ye, israra jina azad, mêrê azad û civaka azad e.
Fêmkirina hevalên me Asya û Rojger û tevayî şehîdên me, fêmkirin û pêkanîna rêhevaltiya rast ya bi Rêber Apo re ye.



