Parêzer Fûad Coşacak bal kişand ser biryara binpêkirina “mavê hêviyê” ya DMME’yê ya der barê Rêber Apo de û got:
“Sererastkirina qanûnî ya ku ji Tirkiyê hatiye xwestin 10 sal in nehatiye kirin.
Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê.
Divê tecrîd ji holê bê rakirin.”
Ji parêzerên berê yê Rêber Apo Fûad Coşacak daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahaçelî ya ji bo şert û mercên qanûnî yên “mafê hêviyê” nirxand.
Fûad Coşacak diyar kir ku Tirkiye di 10 salên dawî de di vî warî de tu gav neavêtine û ev ne tiştekî ku bê qebûlkirin û got:
“Biryara berdana bi şertî bi awayekî derqanûnî nehatiye bicihanîn.
Ji ber ku berevajî biryara DMME’yê ye, divê Tirkiye di vê mijarê de serertaskirineke qanûnî bike.
Eger ev yek neyê kirin, wê di nirxandina KW KE de Tirkiye bi muameleyên cidî re rû bi rû bimîne û wê biryara ji KW KE’yê bê derxistin bê dayîn.”
Coşacak bal kişand ser îdiaya ku Tirkiye dixwaze bibe hêzeke cîhanî û wiha domand:
“Yek ji stûnên sereke yên vê yekê jî yekbûna wê ya bi hiqûqa Ewropayê re ye.
Ger biryarek bi vî rengî were girtin, wê ji bo welêt bibe encameke pirxesar û wê hiqûqa tune ye ji niha û pê ve xerabtir bibe û eşkere ye ku wê biryara DMME’yê bi tu awayî neyê bicîkirin.
Di encamê de dê di warê edaletê de rewşeke pir aloz derkeve holê.”
Fûad Coşacak bi bîr xist ku biryara DMME’yê mecbûrî ye û wiha pê de çû:
“Heke hiqûq hebe divê siyaset di plana duyem de be. Divê hiqûq bê gengeşekirin.
Eger li welatekî destûreke bingehîn hebe û xala herî sereke ya destûra bingehîn neyê cîbicîkirin, li vir binpêkirina mafan û kêmasiyek hiqûqî heye.
Ez hêvî dikim ku Ewropa ne ji bo armancên siyasî, ji bo parastina hiqûqa Ewropayê, li gorî davêtên hiqûqê tevbigere.”
“Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, divê nebe qurbana siyasetê”
parêzerên berê yê Rêber Apo Fûad Coşacak anî ziman salek muhlet a ku Komîteya Wezîran ji bo sererastkirina qanûnê daye demeke pir dirêj e û wiha bi dawî kir:
“Mafê hêviyê mafekî hiqûqî ye, divê nebe qurbana siyasetê.
Divê tecrîd ji holê bê rakirin.
Divê meseleya kurd ji zemîna pevçûnê ber bi zemîna siyasî û hiqûqî ve bê veguhastin.”
Parlamentera Swîsreyî: Abdullah Ocalan xwedî mafê berdanê ye



