Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Bakurê Kurdistanê jî hatin şermezarkirin.
Bi beşdariya rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan dan û gotin:
Di demekî ku gotinên “aştiya navxweyî” tên kirin de komkujî pêk tên
Hat diyar kirin, polîtîkayên şer nabin çareserî û êrişên ku ji Filistînê heta Rojava tên pêkanîn bêîstîkrarbûnê kûrtir dikin.
Li bajarê Amedê, êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî girseyî hatin şermezarkirin.
Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr hat lidarxistin.
Li wir, bi beşdariya rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl daxuyaniyek hat dayîn.
“Di demekî ku gotinên “aştiya navxweyî” tên kirin de komkujî pêk tên”
Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray axivî û gotinên desthilatê yên têkildarî destpêkirina pêvajoyek nû bi bîr xist.
Sûltan Yaray diyar kir ku lê dema em li pratîka wan dinêrin dijminatiya xwe ya li dijî kurdan nîşan didin û wiha got:
Li Rojava sivîl hatin hedefgirtin.
Di êrişên li dijî nexweşxane û kargehan de sivîlan û zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Em ji vê durûtiyê re dibêjin bes e. Kurdan êdî bi gotinan nexapînin. ”
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abbas Şahîn jî îşaret bi sivîlên ku di encama êrişan de şehîd bûn kir.
Abbas anî ziman di demekî ku gotinên “aştiya navxweyî” tên kirin de komkujî pêk tên û da diyar kir polîtîkayên şer nabin çareserî.
“Êrişên ku ji Filistînê heta Rojava tên pêkanîn bêîstîkrarbûnê kûrtir dikin”
Şahîn, got:
“Êrişên ku ji Filistînê heta Rojava tên pêkanîn bêîstîkrarbûnê kûrtir dikin.
Em bang li desthilatê dikin. Em ê destûrê nedin ku vê axê veguherînin qada şer.
“Sûcê şer tên kirin, divê hemû rêxistinên demokratîk li dijî vê yekê rabin”
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bal kişande li ser armacgirtina binesaziyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev bang kir:
Tirkiyê bi van êrişan li dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya ye û sûcê şer kiriye.
Em bang li hemû rêxistinên demokratîk dikin ku li dijî vê yekê bisekinin.”



