Li gundekî eyaleta El Cezîre ya Sûdanê di êrîşekê de herî kêm 124 kes hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Berxwedanê ya Wad Madanî, li gundê El Sireha yê li bakurê eyaletê, di êrîşekê de herî kêm 124 kes hatin kuştin, 100 kes jî birîndar bûn.
Hêzên Piştgiriya Bilez ji êrîşê re berpirsyar hate nîşandan.
Komîteyê got:
“Hêzên Piştgiriya Bilez li rojhilat, rojava û navenda El Cezîreyê serdegirtin kir.
Yekîtiya Doktorên Sûdanî diyar kir ku li El Cezîre ji bo tedawiyê jî mirov nikarin bêne veguhestin.
Yekîtiya Doktorên Sûdanî banga ‘derbaskirineke ewle’ kir.
Ji Nîsana 2023’yan û vir ve di navbera artêşa bi serkêşiya Abdulfettah El Bûrhan û Hêzên Pişgiriya Bilez a bi serkêşiya alîkarê wî yê berê Mûhammed Hamdan Daglo de şer diqewime û heta niha bi deh hezaran kes hatine kuştin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 10 milyon mirov jî neçar man ji cih û warê xwe bibin.



