Li Gurcistanê de, partiya desthilatdar di hilbijartinên parlamentoyê de bi ser ket.
Serokê komîsyona navendî ya hilbijartinê Gîorgî Kalandarîshvîlî têkîldarî hilbijartinan civîneke çapemeniyê li dar xist.
Gîorgî ragihand ku li gorî hejmartina dengan a ji sedî 99’an, Gurcî Rûsya ji sedî 54.08 deng û koalîsyona alîgirê Ewropayê jî ji sedî 37.58’an deng bi dest xistiye.
Di hilbijartinên parlamentoyê yên li Gurcistanê de, partiya desthilatdar bi ser ket.
Muxalefeta ku alîgirê Yekîtiya Ewropayê ye, îdîa kir ku di hilbijartinê de hîle çêbûne.
Encamên van hilbijartinan welat bêhtir nêzî Moskowê kir.
Serokê komîsyona navendî ya hilbijartinê Gîorgî Kalandarîshvîlî têkîldarî hilbijartinan civîneke çapemeniyê li dar xist.
Gîorgî ragihand ku li gorî hejmartina dengan a ji sedî 99’an, Gurcî Rûsya ji sedî 54.08 deng û koalîsyona alîgirê Ewropayê jî ji sedî 37.58’an deng bi dest xistiye.
Hilbijartinên Gurcistanê welat bêhtir nêzî moskowê kir
Seroka Tevgera Neteweyî ya Yekbûyî Tîna Bokuchava ku yek ji çar partiyên di nava koalîsyona mûxalîf de cih digire, di civîna çapemeniyê de got:
“Em encamên hilbijartinê yên hatine dizîn û nerast nas nakin.”
Serokê Partiya Akhalî Nîka Gvaramîa jî got ku desthilatdarî hatiye desteserkirin û diyar kir ku ‘derbeya makeqanûnî’ hatiye kirin.
Gvaramîa, her wiha destnîşan kir ku muxalefetê di hilbijartinan de ‘plana guhertinê deşîfre’ kirine.
Muxalefet, Gurcî Rûsya ku ji sala 2012’yan û vir ve li ser desthilatdariyê ye ku bi otorîteriya alîgirê Rûsyayê re ye, bi dûrxistina Gurcistanê ji nava Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê sûcdar dike.
Sekretêrê giştî yê Partiya Gurcu Rûsya Mamuka Mdinaradze, êvara Şemiyê bi daxuyaniyek ji rojnamevanan re got:
“Weke encamên ku Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê eşkere kiriye, Gurcî Rûsya di parlamentoya nû de hejmarek mezin bi dest xist.”
Yekîtiya Ewropayê diyar kiribû ku şensê Gurcistanê yê ji bo tevlîbûna li nava Yekîtiya Ewropayê xwe dispêre hilbijartinên li Komara Sowyetê ya berê ya bi qasî çar mîlyon kesî.



