Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn careke din hişyarî da dewletên rojava ku rê nedin Ukrayna ku çekên dûravêj li dijî welatê wî bikar bîne.
Pûtîn li ser pirsa rojnamevanekî televizyona dewletê ya Rûsyayê ya derbarê hişyariyên ku heta niha ji aliyê Rojava ve hatine dayîn de, bersiv da û got:
“Ji min re tiştek negotin, lê ez hêvî dikim ku guh bidin gotinên min.”
Lîderê Rûsyayê beriya niha diyar kiribû ku eger Rojava rê bide Ukraynayê ku mûşekên dûravêj li dijî Rûsyayê bikar bîne.
Her wiha Putîn anî ziman dibe ku şerekî rasterast di navbera wî welatî û NATO’yê de derkeve.
Pûtîn derbarê mûşekên dûravêj de jî got:
“Leşkerên Ukrayna bi tena serê xwe nikarin van çekan bikar bînin.
Ji ber ku bikaranîna wan pêwîstî bi keşifkirina esmanî heye, tenê pisporên welatên NATO dikarin vê yekê bikin.”



