Rûsiya cihê Ukraynyan yê li devera Xîrson topbaran kir.
Piştî topbarana artêşa Rûsiya li rojhilatê Ukraynayê Rûsiya dikarî gundê Izmailivka têxe bin kontirola xwe de.
Wezareta Parastina Rûsiyayê ragihanid ku 109 dronên Ukraniyayê li ser axa Rûsiyayê xistine xwarê.
Li aliyê din Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky qanûna ku biyaniyan di artêşê de weke efser erk bigirin îmze kir.
Rûsiya cihê Ukraynyan yê li devera Xîrson topbaran kir.
Her wiha artêşa Rûsiya roja Yekşemê ragihand ku wan gundê Izmailivka , yê li rojhilatê Ukraynayê kontirol kir.
Ev gundê ku li eniya şer bû bi mehan li wir pêşketineke domdar hate kirin.
Niha jî Rûsyayê li ber deriyê bajarê pîşesazî yê Koraxovî ye.
Tê zanîn ku ev bajarê navbûrî ji şêniyên wê hatiye valakirin ku ev demeke di bin kontirlola Moskoyê de ye.
Niha şer li gundê Sîlîdofî dijwar e.
Li gorî çavdêran leşerkên Rûsiyayê heta niha li wî gundî bi serdikevin.
Çavdêr diyar dikin ku ger ev gund têkeve destê Rûsiya wê navenda Locistîkê ya Ukraniya têkeve bin gevan.
Rûsya: 109 dronên Ukraynayê li ser axa Rûsyayê hatin xistin
Wezareta Parastina Rûsiyayê ragihanid ku 109 dronên Ukraniyayê li ser axa Rûsiyayê xistine xwarê.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê 45 li devera Bryansk 26 Belgorod û 18 Tambov.
Ragihandina Rûsiya yê da zanîn ku di encama êrîşa Ukraniya li dijî erebeya wan li devera Donetesk ê 3 kes birîndar bûn.
Tê zanîn ku artêşa Ukraniya yê piranî êrîşên xwer li dijî cihê hilbirîna enerjîiyê ya Rûsiyayê pêk tîne.
Her wiha beriya niha jî Koriya Bakur 10 leşker ji bo Rûsiya şandin ku li himberî Ukarniyayê şer bikin.
Her wekî şerê heyî yê di navbera her du aliyan de ji Şibata 2022’an de berdewam e.
Heta niha jî her du alî negihane tu encamê.
Zelenski qanûna erkdarkirina biyaniyan di artêşa Ukraynayê de pejirand
Li aliyê din Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky qanûna ku biyaniyan di artêşê de weke efser erk bigirin îmze kir.
Di 10’ê cotmehê de, Meclîsê pêşnûmeqanûnek pejirand.
Meclîsê hin qanûnên di derbarê prosedûra peymana karûbarê leşkerî ya biyaniyan di Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, Servîsa Veguhastinê ya Taybet a Dewletê û Parastina Neteweyî ya Ukraynayê de pejirand.



