Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, ragihand ku li rojhilatê Xeze di encama êrîşa artêşa Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Her wiha li Beyt Lahiya jî êrîş hebûn, li wir kesek hate kutşin.
Li gorî nûçeya ajansa a Filistînê WAFA’yê, di êrîşa artêşa Îsraîlê ya bi balefireke bêmirov a li rojhilatê Xezeyê de herî kêm 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarê Beyt Lahiya li bakurê Şerîda Xezayê de kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa balafirên Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a Megazî ya li navenda Şerîda Xezayê de zarokek birîndar bû.
Topavêjên Îsraîlê jî bi tundî deverên cuda yên bajarê Refahê li başûrê Şerîda Xezayê bombebaran kirin.
Hejmara giştî ya miriyan derket 42 hezar û 924’an
Her wiha li herêmê gelek mal bi teqemeniyan hatin teqandin.
Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê hejmara miriyan derket 42 hezar û 924’an.
Hejmara birîndaran jî derket 100 hezar û 833 kesan.
Ji nav bîlançoya giştî 17 hezar û 210 zarok û 11 hezar û 742 jin li Şerîda Xezayê hatin kuştin.
Parastina sivîl li Xezayê bîlançoya 3 hefteyan parve kir
Ji aliyê din ve Midûriyeta Parastina Sivîl a li Xezeyê bîlançoya 3 hefteyan a êrîşên li Şerîda Xezayê parve kir.
Berdevkê Miduriyeta Parastina Sivîl a li Xezayê Mahmud Basal ragihand ku di êrîşên ku 3 hefteyê ya li bakurê Şerîda Xezayê hatin kirin de herî kêm hezar kes hatin kuştin.
“Îsraîl, di 3 hefteyan de li Bakurê Xezayê herî kêm hezar kes kuştin”
Mahmûd Basal diyar kir ku li Cibaliya, Beyt Hanûn û Beyt Lahiyê herî kêm 100 hezar kes di bin dorpêç û êrîşan de ne û 100 hezar kes jî sirgûnî bajarê Xezeyê hatin kirin.
Basal ji saziyên navneteweyî xwest ku demildest ji bo rizgarkirina Filistîniyên li bakurê Xezeyê tevbigerin.
Her wiha Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee (Avîkay Adreî) di daxuyaniya xwe de hişyarî dabû Filistîniyên li Beyt Hanûn, Cibaliya û Beyt Lahiya li bakurê Şerîda Xezayê û nexşeya herêmên ku dê bên valakirin parve kiribû.



