Hêzên Asyişa Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya endamekî xwe yê bi navê Hisên El-Xidir ku li Minbicê şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda ragihandina giştî ya Asyişê têkildarî şehadeta endamê xwe daxuyaniyek da û got:
28’ê Cotmehê di encama nexweşiya giran de Hisên El-Xidir şehîd bû.
Şehîd Hisên di nava 7 salên ku bi hemû vîn û îradeya xwe di xizmeta gelê Minbicê de bû.”
Asyişê di daxuyaniyê de ji malbata şehîd re sersaxî xwest û destnîşan kir ku ji bo destkeftiyên gel û şehîdan ew ê li ser şopandina rêya wan bin.
Li gorî daxuyaniya Asayişê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Hisên Xidir
Navê dayikê: Fatime
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb 1/1/1973
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic 2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 28.10.2024



