Çalakiya Nobetê ya li wargeha Mexmûrê li dijî pergala eşkence û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 467’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan hate li darxistin.
Piştî deqyek rêzgirtinê, li ser navê koma 91’an axaftin hatin kirin.
Beşdaran ji bo hevdîtinên dawî li gel Rêbe Apo kefxweşiya xwe anîn ziman û gotin:
“Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, wê her ev çalakî bê li darxistin.”
Her wiha çalakgeran çalakiya fedayî jî silavkirin û gotin:
“Di vê pêvajoyê de pêkanîna çalakiyeke wiha bi heybet e”
Piştî axaftinan koma 91’ê çalakiya nobetê dewrî koma 92’an kir.



