Dengvedana peyama Rêber Apo ya ji bo raya giştî dewam dike.
Senetora Fransî Anne Souyris têkildarî mijarê bi parverineke diyar kir ku ew piştgirî dide banga aştiyê ya Rêber Apo.
Anne Souyris anî ziman ku roja piştî hevdîtina bi Rêber Apo re, Tirkiye bombe li dijî Rojava barand û got:
“Ez piştgiriyê didim banga Abdullah Ocalan a ji bo aştiyeke mayinde ya di navbera gelê Kurd û Tirk de.
Ji bo rêz li hember mafên bingehîn ên her kesê bê girtin û bi rêya rêbaza hevpar a demokratîk aştiya talî bê pêkanîn, divê Fransa ji bo jinûve destpêkirina diyalogê di navbera hikûmeta Tirk û kemenetewan bi taybetî Kurdan bixebite.”
Parlamentera Swîsreyî: Abdullah Ocalan xwedî mafê berdanê ye



