Hevserokê Nivîsgeha Firneyan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulhemîd Ebdulkerîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn binesaziya herêmê kir armanc.
Ebdulhemîd Ebdulkerîm diyar kir ku Tirkiyê dixwaze krîzeke aborî li herêmê çêbe û got:
“Zirarên ku gihiştine navenê xizmetguzariyê, bandoreke neyênî li ser jiyana welatiyên herêmê çêdike.”
Li gorî Ebdulkerîm ji bo jinûve sererastkirina binesaziyên zirar dîtine, pêdivî bi demekê heye û dê xebata li ser wê yekê li ser gelek qonaxan be, ji ber ku dorpêçkirî ye.
Di dawiya axaftina xwe de Ebdulkerîm bang li welatiyên herêmê kir ku ji bo derbaskirina vê qonaxê pêdivî bi hevgirtin û destekdayîna Rêveberiya Xweser heye û got:
“Divê welatî bawer bin ku dê saziyên Rêveberiya Xweser van zehmetiyan di zûtirîn dem de derbas bike ku xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyên xwe bike.”



