Li Îngilistanê, 4’ê Tîrmehê di encama hilbijartinê de Partiya Karker bû desthilatdar.
Û Partiya Muhafazakar jî piştî 14 salan winda kir.
Piştî vê serketina Partiya Karker, li Parlamentoya Îngilistanê Koma Dostaniya Kurd hate avakirin.
Koma Dostaniya bi Kurdan re civîna xwe ya destpêkê li avahiya parlamentê lidar xist û got: Divê di rêziknameya Koma Parlamenteran de karê çalak ê li dijî zilma li Kurdan bê bicihkirin.
Li Îngilistanê piştî serketina Partiya Karker (Labour) a di hilbijartinê de, li Parlamentoyê Koma Dostaniya bi Kurdan re (APPG on Kurds) hate avakirin.
4’ê Tîrmehê di encama hilbijartinê de, Partiya Karker bûbû desthilatdar û Partiya Muxafazakar jî piştî 14 salan winda kiribû.
Piştî vê, bi Serokwezîrtiya Keir Stamer desteyeke nû ya wezîran hatibû avakirin.
https://www.youtube.com/watch?v=BuZ92cfKDzg Feryal Clark
Partiya Karker, parlamentera Kurd û Elewî Feryal Clark Demîrcî jî kiribû Wezîra Teknolojiyê.
Li dû vê guhertina li Parlamenta Îngilistanê bi Kurdan re ‘Komeke Dostaniyê’ ya nû hate avakirin.
Li Parlamenta Îngiliz salên derbasbûyî jî bi berdevkiya yek ji dostên girîng ên gelê Kurd ê parlamenter Lloyd Russell-Moyle, Koma Piştevaniya bi Kurdistaniyên li Sûriyê û Tirkiyê hatibû avakirin.
Piştî guhertina desthilatdariyê, Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Meclîsa Sûriya Demokratîk-MSD li nava Parlamenta Îngilistanê ketin nava karekî berfireh.
Komîte ji bo karibin pêngevên têkildarî pirsgirêka Kurd di nava siyaseta Îngilistanê de nîşan bide, kar dimeşînin.
Koma Dostaniya bi Kurdan re civîna xwe ya destpêkê li avahiya parlamentê li dar xist.
Parlamenterê Partiya Exeter ê Labour Party Steve Race malovaniya civîna destpêkê kir.
Li gel gelek parlamenteran her wiha nûnerên Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gelê Kurd û MSD’ê jî tevlî bûn.
Di civînê de hat diyarkirin ku divê koma parlamenteran di dema nû de karibe xwe bigihîne civaka Kurd a li Brîtanyayê.
Her wiha îşaret bi polîtîkaya zext û zilmê ya li ser Kurdan jî hatin kirin.
Di vê çarçoveyê de, hat pêşniyar kirin ku karê çalak ê li dijî zilma li Kurdan di rêziknameya Koma Parlamenteran de bê bicihkirin.



