Erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêlî welatiyê kir.
Di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên ji bajarê Efrînê, erebeyeke leşkerî ya komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêlî welatiyê bi navê Hemîd Mihemed Hemdoş (47) kir.
Çavkaniyan diyar kir ku welatî dema diçû mala xwe erebeya çeteyan li ser rêya giştî pêlî wî kir.
Di encamê de ew welatî bi giranî birîn bû.
Li gorî heman çavkaniyan, welatiyan Mihemed Hemdoş rakirina Nexweşxaneya Wetenî ya li bajarê Ezazê.
Lê ji ber birîndariya xwe ya giran Mihemed Hemdoş vê êvarê jiyana xwe ji dest da.



