Di encama bagera Kong-rey a ku li Taywanê xistiye, li gorî agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji da û 73 kes jî birîndar bûn.
Serê sibê bagera Kong-rey li giravê xist û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 73 kes jî birîndar bûn.
Kong-rey yek ji bagerên herî dijwar ên van salên dawî tê dîtin.
Rêxistina agirkujiyê ya navneteweyî da zanîn ku beriya bager rabe, pêlên bi qasî 10 M bilind hatine dîtin.
Bagera Kong-rey û Gaemî ku di meha Tîrmehê de li Taywanê xist, xwedî heman hêzê ne.
Tê diyar kirin ku di nava 8 salên dawiyê de bagerên herî xurt û dijwar li Taywanê xistine, bagera Kong-rey û Gaemî ye.
Li Tawvanê gel xwe ji bo bagerê amade dike.
Li seranserî Taywanê roja Pêncşemê dibistan û cihên xebatê hatin rawestandin.
Kolanên Taîpeî ji ber baya dijwar û baranê hat valakirin.
Li herêmên ku gelek ji bagerê bandor bûne, tê texmînkirin ku heta roja Înê dora metreyek baran li wir bibare.
Li gorî zanyaran, guherîna avhewayê her ku diçe dijwariya bager û bahozan zêdetir dike.



