Li Spanyayê ev 3 rojin baraneke zêde dibare.
Rayedar radigihînin ku di nava 3 rojan de li heremên rojhilat û başûrê Spanyayê 95 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wekî din, rêya navbera Madrîd û Valenciayê ji trafîkê re hat girtin û xizmetên trênê jî hatin betalkirin.
Li Spanyayê çend rojin ji ber barana zêde lehî bandoreke neyînî li welêt dike.
Rayedaran ragihandin ku di nava 3 rojan de li heremên rojhilat û başûrê Spanyayê herî kêm 95 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya navenda kontrolkirina operasyonê li Valenciayayê cenazeyên 92 kesan hatin dîtin.
Li Castîla-La Mancha ku piştî Valenciayê duyemîn herêma ku ji lehiyê herî zêde zirar dîtiye, hejmara miriyan 3 ye.
Ji ber lehiyê bi dehan kes winda bûn
Li gel ku hejmara qurbaniyên karesatê derket 95’an, rayedaran agahî parve kirin ku bi taybetî li herêma Valenciayê bi dehan kes mirine.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya cendirmeyan de hat ragihandin ku li vê herêmê hezar û 200 kes ji ber lehiyê hîn li cihê xwe asê mane û zêdeyî 5 hezar wesayît jî li ser rêyan terikandine.
Hikûmeta xweser a Valenciayê jî diyar kir ku ji ber lehiyê balafirgeha bajarê Valenciayê seferên îro hatine betalkirin an jî balafir ber bi balafirgehên herî nêz ve hatine rêkirin.
Rayedaran diyar kirin ku şert û mercên nebaş ên hewayê yên li herêmên rojhilat û başûrê welêt, ku li hin cihan serê metrekareyî 500 lître baran barî, zirareke mezin çêbû.
Her wiha qadên çandiniyê di bin avê de man, bi sedan wesayît zirar dîtin, pir hilweşiyan û pirsgirêkên cidî di veguhestina bejayî û hesinî de derketin.
Di 28 salên dawî de li Valenciayê barana herî zêde bariya
Her wiha hat parvekirin ku ji sala 1996’an û vir ve ji serê metrekareyî herî zêde barana li Valenciayê pêk hatiye.
Wekî din, rêya navbera Madrîd û Valenciayê ji trafîkê re hat girtin û xizmetên trênê jî hatin betalkirin.
Hat ragihandin ku li herêmên başûr û rojhilat jî gelek rê li trafîkê hatin girtin û bi helîkopter û botan xebatên rizgarkirinê hatin kirin.
Hemû runiştinên ku îro li Meclis û Senatoyê hatibûn plankirin hatin betalkirin.
Hikûmeta Spanyayê şeva borî ji ber ziyanên canî û malî yên ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê maseya krîzê ava kir.
3 roj şîna neteweyî hat ragihandin
Li aliyê din Wezîrê Rêveberiyên Xweser û Polîtîkayên Herêmî yê Hikûmeta Spanyayê Angel Victor Torres ku Maseya Krîzê bi rê ve dibe, ragihand ku ji ber bobelatê 3 roj şîna neteweyî hatiye ragihandin.
Victor Torres bang li welatiyên ku li deverên ku baran û bahoza zêde lê berdewam e, kir ku di malên xwe de bimînin û rêyên ku piraniya wan girtî ne û lehî rabûne bikar neynin.



